Hesîb Kaplan: Ji Ber Axavtina bi Kurdî Dixwazin Gilîyê li Ser Me Tomar Bikin


[21:05] 12/Feb/23

Wêne: Arşîv

Hewlêr – (PNA) - Perlemanterê Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP`ê li perlemantoya Tirkiyê ragehand ku ji ber ku hevserokê partiya wan bi Kurdî axiviye, tê çaverêkirin ku gilî li ser tomar bikin.

 

 

Perlemanterê Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP`ê Hesîb Kaplan ji Xendanê re ragehandiye ku: “Ji ber ku perlemanter û hevseroka BDP`ê Gultan Kişanak di roja cîhanî ya zimanê dayîkê de bi Kurdî axivî, tê çaverêkirin ku şikayet li ser bê tomar kirin.”

 

Kişanak bi gotarekê ku bi wê helkeftê li pêşiya perlemanterên lîsteya xwe pêşkêş kiribû, bi heşt zimanan silav kir û gotara xwe bi Kurdî û Tirkî pêşkêş kir.

 

Kaplan gotiye: “Tirkiye gelê Kurd qebûl nake, gelek caran cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Bulend Arinc gotiye zimanê Kurdî ne yê şaristaniyê ye û nayê naskirin.”

 

Herweha sebaret bi egera giliya ku li ser wan bê tomarkirin jî gotiye: “Bê guman em li benda giliyê ne ku bê kirin. Ji ber ku me di kombûnan de bi Kurdî “Roj Baş”î li hev dikir, gilî li ser hevalên me tomar kirin.”  

 

S.K

 

RÛPELA SEREKÎ

 



Okul Zili Çaldı


حكومەتی كوردستان
پەرلەمانی كوردستان
SEROKAYETÎ HERÊM