Elawî di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku, Serokomarê Îraqê jî ev pêşniyara han qebûl kiriye û em jî weke lîsteya Îraqiye bi her awayî piştgîriya vê pêşniyara Serok Barzanî dikin û lewre daxwaz ji aliyên siyasî yên Îraqê bi taybetî her sê Serokatiyên Îraqê ( Komar, Parlemen, Wezîran) dikin daku, li gorî pêşniyara han kêşeya Haşimî bi danûstandinên siyasî çareser bikin.
Weke tê zanîn pêştir Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşniyar kiribû ku, bo çareserkirina kêşeya Tairêq Haşimî her sê Serokatiyên Îraqê ( Parlemen, Wezîran, Komar) bi danûstandin û civînên bi aliyên siyasî re hewl ji bo çareser kirina Haşimî bidin.
K. Tv /
C. M