Nêvdewletî - WHO DAXWAZ JI CÎRANÊN IRAQÊ KIR KU XWE JI BO BELAVBÛNA NEXWEŞÎYA KOLERA AMADE BIKIN 4-Oct-07 [11:1]
Peyamner PNA – Rêxistina WHO (Rêxistina Tendiristîya Cîhanî) ji dewletên cîranên Iraqê re ragihand, ku dibe nexweşîya kolera derbasî nêv welatên wan jî bibe û gerek ew ji niha ve xwe jê re amade bikin. WHO di daxuyannameya xwe ya di evê bareyê de da zanîn, ku êdî ev nexweşî li Iraqê belav bûye.

WHO di daxuyannameya xwe de dibêje, ku pirranîya ewên ku bi evê nexweşîyê kevtine xelkên parêzgehên Silêmanîyê û Kerkûkê ne, belê li parêzgeha Dîyala jî hejmarên nexweşan pirr dibin.

Nexweşîya kolera bêtir ji ber vexwarina ava pîs û nepaqijîyê belav dibe û WHO da xuyakirin, ku torrên avê yên Iraqê pellişî û rizyayî ne.

 Copyright (2006) Peyamner.com