|
Kurdistanî - HÊZÊN TURKIYE KOÇBÊRÊN KURD BI RÎSÎ VEDGERÎNINE VE KURDISTANÊ
|
9-Oct-07 [16:19] |
PNA-Xidir dûmilî / Duhok : Jêderekê berpirs ji asayişa gumirka Îbrahîm Xelîl bo ajansa Peyamnêr ragihand : di demê meha derbazbûyî de desthelatdarên Turkiye sê komên koçberên nefermîyên herêma Kurdistanê bê kinc û bi rîsî rewaneyî herêma Kurdistanê kirine , ji alîyê xwe ve koçberan amajekiriye wê çendê ku piştî binçavkirina wan desthelatdaran di bin gefên çekî de ew neçarkirine ku kincên xwe ji ber xwe bêxin û bi rîsî û bi avjenîyê ji rûbarê xabûrî derbazî nêv axa herêma kurdistanê bibin .
Jêderê asayişa gumirka Îbrahîm Xelîl ku nexwest navê wî eşkere bibe gote ajansa Peyamnêr : eve cara êkê ye ku karbidestên Turk bi vî awayî serederyê digel koçberên kurd diken , ev serederye jî bûye sedema ziyanan û nexoşîyan ji egera tirs û sermayê .
|

|