|
Kurdistanî - ZAROKÊN AMEDÊ LI KÊLEKA ALAYA KURDISTANÊ SIRÛDÊ EY REQÎB GOTIN
|
13-Oct-07 [11:41] |
PNA – Tîpa mûzîka zarokên kurdên Amedê piştî ku li Amerîka beşdarî di festîvala mûzîka cîhanî de kirin, li kêleka alaya kurdistanê sirûdê Ey Reqîb gotin.
Li angora malperra Kurdnet û ajansên Turkiyeyî, piştî ku tîpa mûzîka zarokên kurdên Amedê bi awayekî fermî ji alîyê balyozxaneya Amerîka ya li Ankara ve hatibû daxwazkirin, ku beşdarîyê di evê festîvala cîhanî ya mûzîkê de beşdarîyê bike – ku ji 03 heta 07 ê evê mehê berdewam bû – evê tîpê çend stiranên dinên kurdî jî ji amadebûyan re pêşkêş kir.
Tîpa Mûzîka Zarokên Amedê jî bi ser şarevanîya Amedê ve ye û ji 15 endaman pêk dihê û bi heşt zimanan.. Kurdî, Turkî, Englîzî, Almanyayî, Rûsyayî û... stiranan dibêje.
|

|